Li welatên Asyaya Başûr ji ber lehî û hezazê 180 kes mirin

Li welatên Asyaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû û erd heziya. Ji ber vê bobelatê 180 kes mirin.

Li welatên Asyaya Başûr baraneke zêde dibare. Ji ber barana mûsonê lehî radibe û erd diheze.

Ji ber van bobelatan li Bangladeşê 5 jê zarok 34 kes mirin. Ji ber lehîyê bi hezaran kesên li bakurê welat in jî mexdûr bûn.

Li Nepalê jî 67 kes mirin. Pisporên tendirustiyê diyar dikin ku wê nexweşî jî zêde bibe û banga alîkariya neteweyî dikin.

Li Hindistanê jî 50 kes mirin. Li Eyaleta Assamê 11 kes mirine û 83 hezar kes jî ji warên xwe hatine derxistin. Li Eyaleta Bîharê jî 24 kes mirin û ji ber lehîyê 2 milyon kes mexdûr bûne.

Li herêma Kaşmîr a Pakistanê jî 23 kes miribûn û 120 mal hilweşiyabûn. Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku ew amade ne, alîkariyê bidin welatên ku barana mûsonê li wan dane.