Li wekîlên Perûyê hate qedexekirin ku 2021'an bên hilbijartin

Li Perûyê referandûmek hate lidarxistin û hate qedexekirin ku endamên Kongreya niha di sala 2021’an de werin hilbijartin.

Bi pêşniyaza Serokkomar Martîn Vîzcarra çar reformên li dijî nelirêtiyê ji bo dengdanê hatin pêşkêşkirin.

Li gorî 55,69’ê ji sedî encamên ku ji sindoqan derketine, 78.34 ji sedê Perûyiyan qedexe kirine ku parlementerên niha tevlî hilbijartina sala 2021’an bibin. Bi gotineke din 130 parlementer ew ê piştî hilbijartina di 28’ê Tîrmeha 2021’an bêkar bimînin.

Li gorî Vîzcarra ev referandûm tê wateya destpêkirina guherîna ku hemû gelên Perûyê dixwazin. Referandûm di heman demê de tê wateya piştgiriya rewabûna Serokkomar Vîzcarra.

Vîzcarra ji sala 2016’an û vir de li ser desthilatdariyê ye û li şûna Pedro Pablo Kûczynskî rûniştibû yê ku di Adarê de neçar mabû ku îstîfa bike.