Li Viyana êrîş: Kesek mir

Li paytexta Awûstûrya Viyana di encama êrîşa bi çek a li navenda dîrokî de kesek mir, kesek jî birîndar bû.

Têkildarî êrîşa li Viyanayê hê agahiyên berfireh nehatine girtin. Polîs diyar dikin ku ‘êrîşekî bi hedef e’ be.

Rêveberên polîsan anîn ziman ku êrîş li restorantekê pêk hatiye, lê xebatkarê restorantê ev yek derewand, anî ziman ku bûyer li nêzî restorantê pêk hatiye.

Polîs ji bo girtina êrîşkar li herêmê dest bi lêgerînê kirine. Li gorî agahiyên çapemeniya Awûstûrya dispêre şahidên ji cihê bûyerê, gumanber bi wesayîtekê ji herêmê reviyaye.