Li Venezuelayê muxalîfên siyasî têne berdan
Li Venezuelayê muxalîfên ku dema li dijî Serokkomar Madur çalakî kirin hatibûn girtin têne berdan.
Li Venezuelayê muxalîfên ku dema li dijî Serokkomar Madur çalakî kirin hatibûn girtin têne berdan.
Komeke muxalîf ku di nav wan de Şaredarê berê yê San Crîstobale Danîel Ceballos jî hebû, ji girtîgehê hate berdan.
Piraniya yên ku hatin berdan, hate gotin ji wan kesan pêk tê ku par çalakiyên dijî Serokkomarê Sosyalîst Nîcolas Madûro organîze kiribûn an jî tevlî çalakiyan bûbûn.
Serokê Meclîsa Damezirîner Delcy Rodrîgoz got 39 kes hatin berdan. Rodrîgoz bi muxalîfan re, yên ku hatin berdan axivî û got komên dî jî wê werin berdan.
Heftiya dî jî 14 kesên ku ji Nîsanê ve hatibûn girtin hatin berdan, tê gotin bi tevahî 350 muxalîfên siyasî girtî ne. Hikûmeta Venezuelayê jî dibêje ev hijmar ne rast e.
Li Venezuelayê ji krîza aborî ya ku ji ber kêmbûna bihayê petrole rûdayî Madûro berpirs tê dîtin. Muxalefeta rastgir ji ber 90 ji 100’î yê welêt li ser dahta petrole ye, rêveberiya sosyalîst berpirs dibîne ku ji 1998’an ve li ser rêveberiyê ye.