Li Venezûelayê Meclîsa Avakar wê bi çi awayî bixebite?
Li Veneûelayê li rexmê bertekên Rojhilat û mûxalefeta rastgir, Meclîsa Avakar hilbijartin pêk anî lê wê berpisyarî çi bibe û wê bi çi awayî bixebite?
Li Veneûelayê li rexmê bertekên Rojhilat û mûxalefeta rastgir, Meclîsa Avakar hilbijartin pêk anî lê wê berpisyarî çi bibe û wê bi çi awayî bixebite?
Ger ku li daxuyaniyên Serokkomar Nîcolas Madûro were temaşekirin, wê meclîs xwedî berpirsyariyên super be.
Meclîsa Avakar; wê berpisyariya wê li ser hemû organan re be û xwedî hêzeke xurt bibe.
Di rewşa heyî de parlamentoya ku di bin kontrola mûxalefeta rastgir de ye wê serdestiya xwe ji dest bide.
Li gorî vê rewşê wê Meclîsa Avakar bikaribe hemû tiştî ji nû ve ava bike û xwedî taybetmendiyeke wisa ye.
Tê payîn ku Meclîsa Avakar a ku ji 545 endaman pêk tê, aramî û aştiyê bîne welat.
Meclîsa Avakar ku ji 545 endaman pêk tê, ji vê 364 endam ji herêman û 181 jî qada civakî ne û wê Destûra Bingehîn a nû ya welat jî binivîsînin.
Mûxalefeta rastgir a ku Washîngton piştgiriya wê dike, Meclîsa Avakar weke gaveke ji bo dîktatoriyê re bi nav kir. Madûro jî diyar kir ku wê Meclîsa Avakar rêya demokrasiyê yekser veke.