Li Venezûelayê ji ber qutbûna elektrîkê gelek kes mirin

Li Venezûelayê qutbûna elektrîkê bandoreke giran kir. Hate ragihandin, 15 nexweşên bi makîneya diyalîzê ve girêdayî bûn ji ber qutbûna eletkrîkê mirine.

Midûrê Koalîsyona Rêxistinên ji bo Mafê Jiyanê û Tenduristiyê (Codevida) Francisco Valencia ji AFP'ê re axivî û got, "Doh û îro ji ber nebûna diyalîzê 15 kes mirin."

Valencia got, "Rewşa mirovên ku nexweşiya gurçikê pê re heye gelekî giran e, krîtîk e" û diyar kir, ji ber qutbûna elektrîkê 95 ji sedî yê unîteyên diyalîzê rawestiyane, lê dibe ku 100 ji sedî raweste.

Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduro roja Şemiyê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku elektrîk ji ber êrîşekê qut bûye û bi êrîşên sîber pêşî li hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatiye girtin.

Gelek pispor jî dibêjin, ji ber binesazî baş nehatine kontrolkirin û sererastkirin, elektrîk qut bûye, lewma hikumet berpirsyar nîşan dan.

Juan Guaido yê rastgir ku xwe weke serokdewletê demkî îlan kir, ji bo hilweşandina desthilatdariya Maduro careke din bang kir ku roja Şemiyê li qada neteweyî meşek bê lidarxistin.