Li Venezûelayê gel diçe ser sindoqê

Li Venezûelayê, ji bo avabûna Meclîsa Damezrîner a Neteweyî gel diçe ser sindoqê.

18 hezar û 976 namzetên herêmî û 35 hezar û 438 namzetên sektorî xwe di ber hilbijartinê re kirine. Di encama hilbijartinê de ji asta herêmî 364 nûner û ji asta sektorî 173 nûner û 8 nûnerên xwecih wê werin hilbijartin û meclîseke ku ji 545 endamî pêk tê wê were avakirin.

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro Pêncşema bihurî li paytext Caracasê bi tevlêbûna bi 100 hezaran kesî mîtîngek çêkir, di mîtîngê de got, ji bo krîza li welêt çareser bibe û Meclîsa Damezrîner a Neteweyî teklîfa lihevkirinê û danîna maseya aştiyê kir.

Benda ku DYA alîkariya wê dike, îro daxuyaniyek da û got, ew ê hilbijartinê boyqot bike.

Rêxistinek bingehîn a rastgiran Maseya Yekîtiya Demokratîk bi mebesta ku xebatên hilbijartinê asteng bike Çarşem û Pêncşema bihurî li welêt greva giştî li dar xistibû. Lê banga grêvê bersiva xwe nedîtibû û jiyan li ser sêhra xwe berdewam kiribû.