BI DÎMEN

Li Ûrûgûayê yekemcar agirê Newrozê geş bû

Li Ûrûgûayê yekemcar agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, endamên çapemeniyê, nûnerên saziyên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka tevlî bûn.

Di çarçoveya çalakiyên "Kurdistan En Uruguay/Kurdistan li Ûrûgûayê" de, ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve tê organîzekirin û di serî Koma Jinê ya Parlamenta Ûrûgûayê gelek sazî destekê didin, Newroz hat pîrozkirin.

Di destpêkê de resepsiyonek hat dayîn û hunermend Sosin konserek da. Di resepsiyon û konserê de, tevî parlamenteran gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, endamên çapemeniyê, nûnerên saziyên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka amade bûn.

Muzeya Koçberiyê ya Montevîdeo/MUMI malovanî ji pîrozbahiyê re kir. Li hewşa muzeyê agirê Newrozê hat dadan û ev yek bû yekem agirê Newrozê ku li Ûrûgûayê geş dibe.

Qada Newrozê bi pankartên bi nivîsa "Newroz Pîroz be/Feliz Newroz ve Berxwedan Jiyane/La Resistencia es Vida" yên bi zimanê Kurdî û Spanî, bi weneyên Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan hat xemilandin.

Di pîrozbahiyê de, xwarinên Kurdî ku bi pêşengiya şefê herî navdar ê Ûrûgûayê Nîcolas de Marîa ve ji aliyê ekîbekê hat amadekirin, pêşkêşî beşdaran hat kirin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar, Şaredarê Montevîdeo Carlos Vavrela Ûbal, Şef Nîcolas de Marîa û ji amadekaran Mehmet Tarhan axivîn.

'EM BERXWEDANÊ PÎROZ DIKIN'

Melîke Yaşar qala dîroka Newrozê û girîngiya wê ji bo Kurdan kir û destnîşan kir, ku ne tenê naskirina hev, xwegihandin û piştgiriya gelan ji bo wan gelekî girîng e.

Yaşar got, "Têkoşîna me ya îro jî ji bo ji nû ve avakirina vê jiyana hevpar e. Navê vê jî Konfederalîzma Demokratîk e."

Yaşar diyar kir, Newroz ji bo wan jiyana bi hev re ya gelan e û got, "Di heman demê de ji bo Kurdan pîrozkirina berxwedanê ye... Ev cejna berxwedanê her wiha banga ji bo aştiyê ye. Pîrozkirina Newrozê li vê derê ji aliyê gelê Ûrûgûayê ve, wê banga aştiyê ya Kurdan xurtir bike."

VARELA: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GELÊ KURD

Şaredarê Montevîdeo Carlos Varela jî di destpêka axaftina xwe de beşdar, amadekarên pîrozbahiyê û gelê Kurd silav kir.

Varela diyar kir, weke gelê Ûrûgûayê ew ê piştevaniya xwe ya ji bo gelan bidomîne û got, "Em îro bi rêya Newrozê piştgiriya gelê Kurd dikin. Bi dîtina min, ne bi peymanên navbera Wezîrên Karên Derve, ne jî bi protokolan gel dikarin hev nas bikin. Hevnaskirina gelan bi hatina gel hev û parvekirinê dibe. Weke gelê Ûrûgûayê em kêfxweş in ku îro piştgiriya gelê Kurd dikin. Ji ber ku jiyan bi xwe parvekirina hin tiştan e."

Şefê navdar Nîcolas de Marîa jî der barê xwarina Kurdî de agahî da û got, "Der barê dîrok û çanda Kurdan de em hînî gelek tiştan bûn."

Herî dawî, ji komîteya amadekar Mehmet Tarhan peyivî û Newroz pîroz kir.

Piştî axaftinan, hunermenda Kurd Sosin derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Di dema pîrozbahiyê de her wiha ciwanan xwe ji ser agirê Newrozê çeng kirin.