Li Urdunê çalakiyên protestoyî serokwezîr anî ber îstîfayê 

Li Urdunê li hemberî polîtîkayên şidandî yên aboriyê çalakiyên protestokirinê pêk hatin. Piştî van çalakiyan wê îstîfaya qral Ebdulah bê xwestin. 

Ji roja çarşemê û pêde berdestê êvarê çalakiyên protestokirinê zêde bûn. Çalakî herî zêde li paytext Ammanê gur dibin. 

Serokwezîr Hanî Mûlkî ji bo kêmkirina deynên welêt biryarên tengkirina aboriyê dabûn. Li ser vê yekê nerazîbûn û bertekên gel zêde bibûn. Di nav pêkûtiyên Mûltî de kêmkirina bihayê nan jî cih digire.

Qral Ebdulah, ji bo berteka gel daxe, wê roja duşemê îstîfaya serokwezîr Mûltî bixwaze.

Jixwe daxwaza çalakvanan a herî girîng jî îstîfaya serokwezîr bû. Mûltî, di sala 2016’an de ji bo ji nû ve zindîkirina aboriyê weke serokwezîr hatibû erkdarkirin.