Li Tûnûsê karmend ketine grevê

Li Tûnûsê ji şeş paran parek jê karmend in û ew jî îro ketibûn greva giştî. Karmendan xwestin ku bila meaşê wan were zêdekirin û ji bo hilbijartinan pêş jî peyam dan.

Li Tûnûsê bi banga Sendîkaya Xebatê ya Tûnûsê îro greveke giştî hate kirin. Ji sala 2013’an û vir ve ev greva yekemîn e.

Bi hezaran kes li pêşiya parlementoya Tûnûsê hatin ba hev û nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikûmetê dan a ku diyar dike ew ê meaşê karmendan were kêmkirin.

Li bajarên Sfax û Gafsayê jî protesto hatin kirin û ji xeynî grevê çalakiyên girseyî jî hatin lidarxistin.

Li wezaret, dibistan û nexweşxaneyan kar hate sekinandin.

Sekreterê giştî yê ÛGTT’ê Nûrettîn Tabûbî di çalakiyê de axivî û got: “Em ê li hemberî polîtîkayên we yên lîberal stûyê xwe xwar nekin û di hemû sektoran de em ê xwe birêxistin bikin.”

Karmendan ji bo hilbijartina dema pêş jî peyamên girîng dan.

Li Tûnûsê piştî ketina Bîn Alî yê ku serokê dewletê bû ya di sala 2011’an de li welat pêşketinek pêk hatibû. Lê hikumet ji bendewariyên civakî yên gel re nikare bibe bersiv.