Li Tûnûsê Kaîs Saed di hilbijartinê de bi ser ket

Di duyemîn tûra hilbijartina serokkomarî ya li Tûnûsê de, hiqûqnas Kaes Saed ku bi nasnameya muhafezekariyê tê naskirin, di hilbijartinê de bi ser ket. 

Di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ya li Tûnûsê de ku nêzî 7 milyon hilbijêrê xwe hebû, Saed li hemberî hevrikê xwe karsazê ragihandinê Nabîl Karouî yê ku di nava hefteyê de ji girtîgehê serbest hatibû berdan bi ferqekî berçav di hilbijartinê de bi ser ket. Li gorî encamên ku ji sandiqan derket rêjeya dengên Saed di navbera ji sedî 72 û 77’an diçe û tê.

Li gorî ku heta saet 15:30’an rêjeya tevlêbûna hilbijêran gihîşte ji sedî 39,2 ev jî vê radixe berçavan ku li gorî tûra yekemîn hejmara hilbijêran pir zêde bûye. Di tûra yekemîn de li tevahiya rojê rêjeya tevlêbûnê gihîşt ji sedî 49.

Kaîs Saed’ê 61 salî ku bi nasnameya xwe ya muhafazekar dihat nasîn serbixwe tevlî hilbijartinê bibû. Saed ku partiya îslamger ya bi navê Ennahda li hemberî Karouî piştgiya wî kiribû, di tûra yekemîn a hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 18,4 ê dengan bibû yekemîn.