Li Tûnûsê êrîşeke xwekujî pêk hat
Li navenda paytexta Tûnûsê teqînek mezin çêbû, herî kêm 9 kes birîndar bûn.
Li navenda paytexta Tûnûsê teqînek mezin çêbû, herî kêm 9 kes birîndar bûn.
Şahidên bûyerê û polîsekê ragihand ku jinekê bombeyên li xwe pêçandî teqandiye. Gelek polîs û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Qenalê televîzyona neteweyî jî ragihand ku li cadeya Habîb Bûrgîba jinekê bombeyên li xwe pêçandî teqandiye.
Wezîrê Karê Navxweyî diyar kir ku di êrîşa nêzî wesayîta polîsan de 9 kes birîndar bûne.