Li Tûnûsê bi hezaran firinan dest bi grevê kir

Li Tûnûsê bi hezaran firin ji bo hikûmet tazmînata wan bide ketin grevê.

Bi banga Sendîkaya Xwediyên Firinan a Neteweyî, zêdeyê 3 hezar û sed firin ji bo piştgiriya mehane ya divê dewlet bide ketin grevê. Piştgiriya mehane 14 meh in ku nayê dayîn.

Sendika dawiya meha Cotmehê jî ket grevê. Piştî ku wan û hikûmetê li hevdu kir, dawî li grevê anî. Hikûmetê soz daye ku tazmînata dikandaran bide lê hêj nedaye.

Mehên dawîn li welêt tiştên xwarin û vexwarinê yên wek şîr û şekir û birinc bi dest nakevin.

Ji sala 2021’î ku Serokdewlet Kaîs Saîd erk hemû xistine destên xwe krîzeke siyasî ya cidî heye. Deh roj bi şûn de wê hilbijartina giştî bê kirin.