Li Tûnisê tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran dengê xwe dan

Li Tûnisê, di hilbijartinên parlamentê de ku ji erkên xwe bêpar hatiye hiştin, tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran çûn dengê xwe dan.

Li Tûnisê ji şoreşa 2011'an û vir ve hilbijartina tevlîbûna herî kêm hate lidarxistin. Di hilbijartinê de ku Şemiyê ji bo nûkirina parlamentê hate kirin, piraniya hilbijêran dengdan boykot kirin.

Di sê hefteyên kampanya hilbijartinê de li kolanan wêneyên gelek namzetan hatin daliqandin, lê belê li televîzyonan nîqaşeke cidî nehate kirin. Gel jî bi giranî ji ber zêdebûna buhayê alavan bi fikar e.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê Farûk Bûasker ragihand ku heta saet 18:00 ê Şemiyê hejmara kesên çûn ser sindoqê ji sedî 8,8 e.

Tê payin ku encamên destpêkê yên hilbijartinê Duşemê bêne eşkerekirin.