Li Tirkiyeyê ji ber koronayê 44 û li Fransayê jî 1100 kes mirin

Li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de li gorî daneyên fermî ji ber Koronayê 7 kes, li Fransayê jî 240 kes mirin.

Wezîrê Karê Derve Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê fermî Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Di nava 24 saetên dawî de testa 3 hezar û 952 kesan hatin kirin. Ji vana 343 kes bi vîrûsê ketine. Her wiha 7 kes jî mirin. Yek ji wan nexweşiya KOAH bû û 6 kesên din jî temen dirêj bûn. Em biqasî tedbîrên digirin bi hêz in.”

Li Tirkiyeyê agahiya yekem a bi vîrûs ketinê 10’ê Adarê hatibû ragihandin û ji wê rojê heta niha 44 kes mirine.

FRANSA

Bi lez û bez vîrûsa Korona li Ewropayê belav dibe. Li Fransayê li gorî daxuyaniyên dawî di nava 24 saetên dawî de 240 kes mirine. Hejmara giştî ya kesên mirine hezar û 100 kes in. Dîsa 22 hezar û 300 kes jî bi vîrûsê ketine. Di rewşa heyî de 10 hezar û 176 kes li nexweşxaneyê ne û ji vanan rewşa 2 hezar û 256 kesan jî girane. Ji yên rewşa wan giran ji sedî 34 temenê wan jêrî 60’ê ne, ji sedî 58 jî temenên wan di navbera 60-80’ê de ne.

NÊZÎ 400 HEZAR KES BI VÎRÛSÊ KETINE

Li gelemperiya cîhanê ji saet 19:00’an û şûnde gihişte zêdetirî 400 hezar kesî. Vîrûsa ku belavî 175 welatan bûye bi kêmanî belavî 401 hezar û 285 kesî. Ji vana 18 hezar 40 kes jî mirine.