Sala 2018'an li cîhanê 1.35 milyon kes ji ber qezayên trafîkê mirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, di nava salekê de 1.35 milyon kes ji ber qezayên trafîkê mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rapora xwe ya global a li ser ewlekariya rê eşkere kir û diyar kir, qezayên trafîkê êdî sedema bingehîn a mirina zarok û ciwanên navbera 5-29 salî ye.

Rêxistinê ragihand, hejmara mirovên ji ber qezayên trafîkê jiyana xwe ji dest didin salên dawî timî zêde dibe û di rapora xwe ya sala 2018'an de eşkere kir ku 1.35 mlyon kes di rê de mirine. Di raporeke din de ku sala 2009'an hatibû eşkere kirin, hatibû gotin 1.2 milyon kes bûne qurbanê qezayên trafîkê.

Rêxistina Tenduristiyê bang li hikumetan û partnerên wan kir ku tedbîrên mezintir di vê mijarê de bigirin.