Li Tehranê teqînên nû

Li paytexta Îranê Tehranê derengiya şevê hin teqînê nû çêbûn û hate diyarkirin ev bû sedem ku li hin qadan kehreba qut bibe.

Li gorî medyaya xwecih şevê dî li paytextê hin teqînên nû çêbûne.

Hate diyarkirin ji ber sedema teqînan kehreba qut bûye. Li gorî ajans Mehr bandor li ser bajarên Garmdareh û Qudsê jî bûye.

Qenela televizyonê ya El Arabiya depoyên moşekn ên Zêrevanên Şoreşê bûne hedef.

Van heftiyên dawî li Îranê teqîn çêdibin, 7'ê Tirmehê jî li fabrîkayeke li başûrê Tehranê teqîn çêbûn û 2 kes mirin. Şemiya bihurî jî li bajarê Ahwazê santrala kehrebayê ya El Zarkan teqiya.

Heftiya bihurî li bkurê Tehranê li klînekê teqîn çêbû û 19 kes mirin.

2'yê Tîrmehê jî li santrala nukleerê y Natanzê teqîn çêbûbû û vê rê li ber ziyaneke mezin vekiribû.