Li Taylandê zarokên di şikeftê de asê mabûn, hatin rizgarkirin

Li Taylandê 12 zarok û antrenorekî futbolê ku zêdetirî 2 hefteyan di şikeftekê de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Tîmên alîkariya destpêkê ragihandin ku 12 zarok û antrenorekî fotbolê ku zêdetirî 2 hefteyan di şikeftekê de asê mabûn, rizgar kirine.

Roja Dûşemê 4 zarok û roja Yekşemê jî 4 zarok hatibûn rizgarkirin. Zarokên din jî îro hatin rizgarkirin. Zarokên di şikeftê de asê mabûn ji aliyê noqaran ve hatin rizgarkirin.

Zarokên ji şikeftê hatin derxistin şandin nexweşxaneyê û di kontrola tenduristiyê re derbas bûn. Rayedaran ragihandin ku cigera spî ya 2 zarokan enfeksiyon giritye û wek din rewşa hemû zarokan di aliyê mejî û fizîkî de baş e.

Tîma futbolê ya ku ji zarokan pêk tê û navê ‘berazên yabanî’ li xwe kirîbûn ji roja 23’ê Hezîranê ve ji ber zêdebûna avê di şikeftekî binê erdê de asê mabûn. Ev bûyer bûbû rojeva hemû cîhanê. Serokê DYA Donald Trûmp, lîstikvanê navdar ê futbolê Lîonel Messî û Elon Mûsk jî di nav de gelek kesan peyamên piştgiriyê dabûn.