Li Taylandê ji ber barana zêde lehî rabû, 22 kes mirin

Rayedarên Taylandî diyar kirin ku ji ber barana zêde lehî rabû û 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Departmana Kêmkirin û Pêşîgirtina li Afetê, di nava deh rojên dawî de barana zêde ku bû sedema lehiyê bandor li zêdeyî 30 hezar xaniyan kiriye.

Saziyê diyar kir ku ji ber lehiyê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku li girava Pkuketê ji ber hezazê 12 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.

Demsala baranê ku di navbera Tîrmeh û Îlonê de ye, dibe sedema barana zêde ku carna bi mehan dewam dike. Sala 2011'an ji ber lehiyê bi sedan kes miribûn û xisar li milyonan xaniyên li tevahiya welêt bûbû.