Li Swîsreyê meşa li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê bi armanca piştgiriya bi çalakiyên protestoyî yên li gelek deverên dinyayê yên li dijî kapîtalîzmê meşek pêk hat.

Ji bo balê bikişîne ser berxwedanên gel ên li Kurdistan, Şîlî, Hong Kong, Îran, Iraq, Katalonya, Haîtî, Ekvador, Lubnan, Misir, Cezayîr, Brezîlya, Kolombiyayê Şemiyê li bajarê Baselê çalakiyek pêk hat.

Çalakger li qada Messeplatzê bi pêşengiya Komîteya Piştevaniya Enternasyonal li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşman meşiyan.

Çalakger li pişt pankarta "Li dijî mêtingeriya hêzên kapîtalîst û emperyalîst em berxwedana enterasyonalîst mezin bikin" meşiyan.

'Di meşê de dirûşmên "Li Kurdistanê, Srî Lankayê, li Sûriyeyê bi çekên we mirov tên kuştin", "Bijî piştgiriya enternasyonalîst", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

Di dema meşê de bi çalakiyên bêîteatiya sivîl rê li trafîkê hate asêkirin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê li meşê axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî dewletên dibin hevkarê komkujiyan û dagirkeriyê dewam bikin.