Li Swêdê wê cih ji çalakiyên faşîstan re neyê dayin
Şaredariyên li Swêdê ragihandin, ku ew ê ji bo çalakiyên bîranîna Alparslan Turkeş cih nedin faşîstên Tirk.
Şaredariyên li Swêdê ragihandin, ku ew ê ji bo çalakiyên bîranîna Alparslan Turkeş cih nedin faşîstên Tirk.
Komeleyeke bi navê Navenda Çandê ya Manasê, ku nû hatiye avaikrin, li semta Rînkeby a paytexta Swêd Stockholmê, li lolaleke şaredariyê civîna bîranîna damezrînerê MHP'ê û Serokê berê yê MHP'ê Alparslan Turkeş lidar xisitbû. Nerazîbûna li vê civînê zêde dibe.
Rêveberên şaredariyê daxuyanî dan û destnîşan kirin, ew ê destûrê nedin ku partiyên nîjadperest û fşaîst, lokalên şaredariyê ji bo belavkirina îdeolojiya xwe bi kar bînin.
Pispora Tirkiyeyê ya Navenda Olof Palme Hêlîn Şahîn got, "Kesekî tê naskirin û cihê nîqaşê ye. Ji ber vê yekê lidarxistina civînekê ji bo bîranîna wî, cihê nîqaşê ye. MHP û alîgirên wê, nirxên demokratîk naparêzin."
Serokê Federasyona Kurd Keya Îzol jî anî ziman, bikaranîna lokala Mala Gel ji bo bîranîna Turkeş ku nêrînên faşîst û totalîter diparêze, bê şensî ye.
DI BIN NAVÊ 'CIVÎNA MALBATÊ' DE, LOKAL KIRÊ KIRIN
Derket holê, ku Navenda Çandê ya Manasê, lokala navborî bi navê 'civîna ji bo bîranîna malbateke hêja' kirê kiriye.
Midûrê Çand û Avahiyan a Şaredariya Stockholmê Roger Mogert nerazîbûn nîşan da, ji ber ku di dema kirêkirinê de agahiya şaş hatiye dayin û got, "Em naxwazin rêxistinên bi vî rengî li lokalên xwe bibînin... Em naxwazin piştgiriyê bidin komeleyên antî demokratîk."
Seroka Koma Partiya Lîberal Lotta Edholm destnîşan kir, ku bêberpirsyarî ye ku li lokalên bi pereyê gel hatine avakirin, komeleyên li dijî demokrasî û lîberalê, çalakiyan lidar bixin. Edholm got, "Ev rêxistineke faşîst e. Ti karekî xwe li lokalên şaredariyê nîne."
Serokê Navenda Çandê ya Manasê Yalçin Selek jî îdîa kir ku ti têkiliya wan bi MHP'ê re nîne. Selek îdîa kir, ku ji ber Turkeş lîderekî mezin e wan jî civîna bîranînê lidar xistin û ji bo nerazîbûnan nerm bike îdîa kir, ku ew difikirin ji bo bîranîna Olof Palme jî çalakiyekê lidar bixin.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Avahî û Bajarvaniyê Mehmet Kaplan ji ber têkiliya xwe ya bi Serokê duyemîn ê Federasyona Tirk Barbaros Leylanî ku gotinên nefretê der heqê Ermeniyan de got, di destpêka sala bihurî de neçar ma bû îstifa bike.