Li Swêdê li hember Teslayê seferberiya boykotê

Li gel ku Li Swêdê kêm xebatkarên Teslayê hene jî, li hember çêkerên wesayetan tevgerek dest pê dike. Bi hezaran karker ji bo boykotkirina markayê tên ba hev.

Hemû tişt di dawiya Cotmehê de bi 120 mekanîknasên Teslayê dest pê kir. Li Swêdê markaya Amerîkayê, îmzekirina peymanên komî yên li ser heqdestan red dike. Ev yek tê vê wateyê ku karker ji avantajên ku heq dikin mehrûm dimînin, bi taybetî jî derheqê heqdest û mercên xebatê. Grev bi 7 karkerên ku di kargeha tamîratê de dixebitin dest pê kir lê belê gihaşt asteke hîn bilindtir.

Karkerên peravê yên Swêdî tevlî tevgerê bûn û ji 7’ê Mijdarê heta niha li hemû welêt astengî ji teslîmatên Teslayê re derdixin. Ev seferberiya herî mezin a li dijî çêkerê wesayîtên elektrîkê li Ewropayê ye. Karker dixwazin Tesla mecbûr bikin ku vê peymana kolektîf îmze bike û nakokiya di navbera aliyan de her ku diçe mezin dibe.

HEMÛ ÇALAKIYÊN MARKAYÊ HAT BLOKEKIRIN

Karkerên peravê êdî wesayetên Teslayê danaxin, tîmên lênerînê Superchargerên bi arize û firoşgehan paqij nake. Hetta ku postane tevlî têkoşînê bû. Postaya Teslayê dê di demeke nêz de neyê belavkirin. Li Swêdê çalakiyên çêkeran bi temamî sekinî. Şîrketa Elon Musk ku ji sala 2013’an û vir ve li welêt e, heta niha rastî rewşeke wiha nehatiye.

Tesla bi hinceta “li Swêdê tesîsa hilberînê nîne” peymana kolektîf îmze nake. Lê xebatkar têkoşîna xwe didomînin. Sendîka li Swêdê xwedî cihekî pir girîng in. Li welêt ji sedî 90‘ê karkeran endamên sendîkayan in.