Li Sûriyeyê herî kêm 340 hezar kes mirin

Di şerê navxweyî yê  Sûriyeyê de ku ev nêzî 7 salan e didome de hate ragihandin ku  heta niha herî kêm 340 hezar kes mirine.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Mala Çavdêrê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londrayê ye û agahiyan dispêre çavkaniyên herêmî , ji 3’an yek jê  yên ku li Sûriyê mirine sivîl in.

Şerê ku di Adara 2011’an de destpêkirî û heta niha jî li hinek herêman ku weke parçebûyî didome heta niha 343 hezar û 511 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nava van de nêzî 102 hezar kes jî sivîl in. Li gorî raporê ku dawiya meha Cotmeha 2017’an di nava kesên mirî de 19 hezar zarok û 12 hezar jin hene.

119 HEZAR KESÊN JI ARTÊŞ Û MILÎSÊN REJÎMÊ MIRINE

Li gorî rapora Mala Çavdêrê di şer de herî zêde windahî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye dayîn. Lİ gorî vê 62 hezar endamên artêşê ku hezar 556  endamên Hîzbûlalha Lubnan jî di nav de 119 hezar endamên rejîmê hatine kuştin.

Di raporê de hate gotin ku windahiyên DAIŞ û komên din yên ‘cîhadê’ zêdetirî 62 hezarî ne. Her wiha hate gotin ku windahiyên çeteyên îslama radîkal di 4 salên dawî de jî herî kêm 4 hezar in.

Di şer de windahiyên hêzên din jî hate gotin ku nêzî 59 hezar e.

Di raporê de hate ragihandin ku di şerê di navbera Tîrmeh û Mijdarê de nêzîkî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û hate gotin ku  ji van kesan 3 hezar kes sivîl in .

Li Sûriyeyê şerê ku di Adara 2011’an de dest pê kirî û di meha Gulanê de ku li hinek herêman lihevkirin hebe jî, tevgera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zor didome. Artêşa Sûriyeyê li dijî herêma ku dikeve rojhilatê Firatê ya Dêra Zorê dest bi operasyonê kiribû, şerê li herêma Daraya û Gûta di rojên dawî des dest pê kirîbû.

Ji ber şerê navxweyî nêzî 6 mîlyona kesan ji nava welat mecbûr man ku cihê xwe biguherînin, nêzî 4-5 mîlyonan gelê Sûriyeyê derketine derveyî welat.