Li Sûdanê pêvajoya xwînî bi êrîşeke plankirî dest pê kiriye

Hate gotin dema serhildanê ya ku dîktatorê Sûdanê Omer Beşîr hilweşandî,  şer û bihevketinên 3'yê Hezîrana 2019'an, ku 241 kes hatibûn kuştin, bi êrîşeke bi qest û plan çêbûye.

Pêvajoya herî xwînî ya ku li dijî rejîma Omer El Beşîr dest pê kirî û Nîsana 2019'an kirû ku Beşîr bikeve, 3'yê Hezîranê dest pê kiribû.

Di raporekê de ku ji hêla rêxistina derveyî hikûmetê, Physicians for Human Rights (PHR) ve hatî weşandin, hate gotin bi encama êrîşeke biqest a bi destê hêzên ewlehiyê ya Sûdanê bi kêmanî 241 kes hatine kuştin.

Piştî hilweşîna rejîma Omer El Beşîr a bi çalakiyan, ji ber ku leşkeran dest liş ser rêveberiyê danîn vê carê li dijî darbeyê çalakiyan domandibû.

3'yê Hezîranê hêzên ewlehiyê êrîş biribûn ser çalakiya rûniştinê ya li ber biryargeha artêşê ya li Hartûmê. Rayedarên leşkerî destpêkê kesên 'bi unîforma' ji êrîşê berpirs dîtibû, piştre jî bêgav mabû qebûl bike ku hêzên ewlehiyê êrîş aniye ser wan. Lê rayederan gotibûn çalakger 'bi şaşî' hatine kuştin.

Rêxistina civaka sivîl a Emerîkî PHR'ê, nexasim bi şahidiya doktoran û belgeyan binpêkirina giran a mafê mirovan kire rapor. Di raporê de hate gotin, tişta ku bûyî, rêze êrîşek bi plan û tund bû, ku hêzên ewlehiyê biriye ser xwepêşandêrên alîgirên demokrasiyê.

Di raporê de ya 61 rûpelî hate gotin, ''Van hêzan, bi tacîz, çavtirsandin û tundiyê karker û saziyên tenduristiyê bi zanebûn kirine hedefa xwe, tundiya zayendî l ser çalakgeran, mêr û jinan kiriye.''