Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Sûdanê konseya pêvajoya derbasbûnê ava bû

Li Sûdanê ku bi mehan e têkoşîna demokrasiyê tê dayin, cuntaya leşkerî û nûnerên gel li hev kirin ku hikûmeta derbasbûnê ava bikin.

Hate ragihandin, piştî ku artêşê dîktator Omer El Beşîr anî xwarê, Konseya Leşkerî ya  Demdemî û Hêzên Danezanê ya Guherînê li hev kirin ku rêveberiyeke demdemî ava bikin.

Hate gotin General Evdel Fettah El Burhan, ku hê jî seroktiya Konseya Leşkerî ya Demdemî dike, wê were ser ''Konseya Serwer'' a demdemî ya ku ji 11 endaman pêk tê. Hate gotin ev konsey 3 salan wê pêvajoya derbasbûna demokratîk rê ve bibe û di 21 mehên pêşî de wê General Burhan û 18 mehên din jî wê endamê sivîl peywira seroktiyê bike.

Di pêvajoya derbasbûnê de konsey wê ji 6 endamên sivîl û ji 5 endamên leşker pêk were. Konsey îro saet 11.00'an bi fermî wê dest bi kar bike û di konseyê de 2 jin hene ku yek ji van Xiristiyan e.

Tê payin  ev pêvajo bi hilbijartina demokratîk a sala 2022'an biqede.