Li Sûdanê ji bo konseya derbasbûnê diyalogê ji nû ve dest pê kir

Li Sûdanê, di navbera tevgera gel û leşkerên dest danîne ser rêveberiyê diyaloga ji bo avakirina Konseya Derbasbûnê ji nû ve dest pê kir.

Pêşengên tevgera civakî dixwzin, Konseya Derbasbûnê ji aliyê sivîlekî ve bê birêvebirin. Civaka navneteweyî jî ji bo pêvajoya derbasbûnê ji aliyê sivîlan ve bê birêvebirin zextê li leşkeran dike.

Di navbera Tifaqa Guhertin û Azadiyê ku pêkhateya bingehîn a tevgera civakî ye û leşkeran de diyaloga ji bo avakirina konseya derbasbûnê êvara Yekşemê ji nû ve dest pê kir. Tifaqê beriya hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir, di vê hevdîtinê de wê li ser parvekirina kursiyên li nava konseya derbasbûnê û rêveberê konseyê rawestin.

Piştî ku 11'ê Nîsanê rejîma Omer El Beşîr hate têkbirin, general Abdul Fettah El Burhan dest danîbû ser rêveberiyê. Konseya Leşkerî ya bi pêşengiya Abdul Fettah El Burhan, roja Çarşemê hevdîtinên li ser konseya derbasbûnê rawestandibû.