Li Sûdanê ji ber lehiyê herî kêm 132 kes mirin

Li gorî rapora destpêkê ya Wezarat Tenduristiyê ya Sûdanê ku li ser lehiya îsal hate amadekirin, 132 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiya ji ber barana demsalê bandor li 10 eyaletan kir.

Bakur û rojhilatê Sûdanê ji meha derbasbûyî û vir ve di bin bandora giran a baranê de ye ku dibe sedema lehiyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ku 26'ê Tebaxê roja Duşemê kir, li Sûdanê li beşeke mezin a welêt ji Gulanê heta Cotmehê ji ber barana demsalê lehî rabûn û di encamê de herî kêm 132 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê de hate gotin, lehiyê bandor li 10 eyaletan û 129 hezar û 650 kesî kiriye.

BI DEH HEZARAN XANÎ XERA BÛN AN JÎ XISAR LÊ BÛ

Lehî her sal bandorê il Sûdanê dike, lê belê li herêmên ku 16 meh in şerekî navxweyî lê diqewime, dibe ku bandora xwe îsal hîn girantir be.

Li gorî wezaretê, xisar bi giranî li eyaletên bakur û Çemê Nîlê bûye û di encama baranê de nêzî 12 hezar û 400 xanî bi temamî, 11 hezar û 472 xanî jî heta astekê hilweşiyan e.

BENDAV HILWEŞIYA

Di 24'ê Tebaxê de li herêma Arbaat a li bakurê bajarê Port Sûdanê yê li eyaleta Derya Sor, barana zêde bû sedema hilweşîna bendava Arbaatê.

Zarok û jin jî di nav de 13 kes mirin, 210 kes jî winda bûn.

Bi barana zêde re lehiyê 20 gund bi temamî xera kir, her wiha zerar da 50 gundan.

Rayedarên Sûdanê û Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku piştî barana zêde nexweşiyên kolerayê zêde bûne.