Li Sûdanê di çend êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku li Abîyeya ku di navbera Sûdan û Sûdana Başûr de ye, ku gengeşe li ser wê herêmê hene, di hin êrîşan de jin, zarok û leşkerekî aştiyê jî di nav de 32 kes hatine kuştin.
Hate ragihandin ku li Abîyeya ku di navbera Sûdan û Sûdana Başûr de ye, ku gengeşe li ser wê herêmê hene, di hin êrîşan de jin, zarok û leşkerekî aştiyê jî di nav de 32 kes hatine kuştin.
Li gorî rayedarên herêmî, roja Yekşemê li du navçeyan êrîş ji aliyê milîsên çekdar û leşkerên ku cil û bergên fermî yên Artêşa Sûdana Başûr li xwe kiribûn, pêk hatine.
Nûnerekî Hikûmeta Abîyeyê ku herêmeke li ser sînorê Sûdan û Sûdana Başûr e û ji aliyê petrolê ve dewlemend e êrîş şermezar kir.
Wezîrê Ragihandina Abiyeyê û Berdevkê Sûdana Başûr ê herêmê Bulis Koch Aguar Ajîth got: "Di encama van êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de zarok û jinên di kozikên xwe de hatine şewitandin jî hene û zêdeyî 20 kesî jî birîndar bûne."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku leşkerekî UNIFSA’yê (Hêzên Ewlekariya Demkî ya Abîyeyê yên Girêdayî Neteweyên Yekbûyî) hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Sûdana Başûr banga lêpirsîneke lezgîn a li ser van êrîşên hovane yên ku li hemberî sivîlan tên kirin, kir. Herêma Abiyeyê ku di navbera Sûdan û Sûdana Başûr de ye, piştî ku Başûr di sala 2011’an de serxwebûna xwe bi dest xist, bûye herêmeke gengeşiyê.