Li Sûdanê 230 hezar dayik û zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne

Saziya civakî ya sivîl Save the Chîldren ragihand, li Sûdanê ku saleke di navbera du generalên hevrik de şer diqewime, 230 hezar zarok û jin ên ducanî yan jî nû zarok aniye dinyayê 'ji ber birçîbûnê di bin rîska mirinê de ne'.

Dîrektorê xwecihî yê Save the Chîldren Arîf Noor anî ziman ku li gorî Neteweyên Yekbûyî şer bû sedem ku bi hezaran mirov bimirin, 8 milyon mirov ji cih û warê xwe bibin û diyar kir ku ji ber şer Sûdan bûye cihê herî nebaş ji aliyê xwarinê ve.

Rêxistina civakî ya sivîl hişyarî da ku 230 hezar zarok û jinên ducanî yan jî nû zarok aniye dinyayê ji ber birçîbûnê di bin rîska mirinê de ne.

Li gorî rêxistinê, "Zêdeyî 2.9 milyon zarok nikarin bi têr xwarinê bixwin û 729 hezar zarokên kêmî pênc salî di nava birçîbûnê de ne ku şêweyê herî giran ê birçîbûnê ye."

Di destpêka meha Adarê de Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) hişyarî dabû: Şer li vî welatê ku krîza herî mezin a koça nifûsê lê heye, dikare krîza herî mezin a birçîbûnê ya cîhanê bi xwe re bîne.

Bombekirina sivîlan, xerakirina binesaziyê, destavêtin, talan, koçberkirina bi darê zorê û şewitandina gundan li Sûdanê bûye jiyana rojane ya 48 milyon mirovan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî nîvê nifûsa Sûdanê ku 14 milyon ji wan zarok ji bo karibin sax bimînin pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye.

Noor diyar kir ku rewşa birçîbûnê hîn giran dibe û xuya ye dawiya vê yekê jî nîne.