Li Sûdana Başûr 232 kes mirin, li 120 jinan destdirêjî hate kirin

Li Sûdan a Başûr, hêzên hikumetê û tifaqên wan êrîş birin ser gundên di destê 'serhildêran' de ne. Ji ber êrîşê herî kêm 232 kes mirin û destdirêjî li 120 jin û zarokên keç hate kirin.

Li gorî Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, hêzên hikumetê û tifaqên wan, di navbera 16'ê Nîsanê û 24'ê Gulanê de êrîş birin ser gundên di destê 'serhildêran' de ne.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad el Huseyîn diyar kir ku berpirsyarên sereke yên komkujiya li eyaleta Unité, sê efser in. El Huseyîn got, "Divê sûcdar bê ceza nemînin."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber êrîşa hêzên hikumetê herî kêm 232 sivîl hatin kuştin, destdirêjî û destavêtin li 120 jin û zarokên keç hate kirin.

Serokkomarê Sûdan a Başûr Salva Kir dawiya meha Hezîranê bi hevrikên xwe re mohra xwe danîbû binê peymana aştiyê, lê belê ev peyman gelek caran hate binpêkirin.