Li Strasboûrgê roja 27’emîn
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin.
Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk bi tevlêbûna 14 kesan di 17’ê Kanûnê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Di çalakiya greva birçîbûnê de tê xwestin ku bila tecrîd were bidawîkirin û CPT biçe Îmraliyê.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan û siyasetmedar Mûstafa Sarikaya jî di grevê de ne û çalakger diyar dikin heta ku tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Di roja 27’emîn a çalakiyê de ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê ya di 9’ê Çileyê de meş hatibû lidarxistin. Çalakger Dîlek Ocalan û Mûstafa Sarikaya jî tevlî çalakiya li Parîsê bûn.
Ji ber meşa li Parîsê serdana çalakiyê îro kêm bû. Malbata Kerem Solhan ji bajarê Dragûîgnan ê başûrê Fransayê hate serdana çalakiyê. Malbatê diyar kir ku bi berxwedanê ew ê bi ser bikevin.
Malbatê diyar kir ku divê CPT têkeve nav hewldanan û bal kişandin ser vî tiştî ku tendirustiya Leyla Guven ketiye asta krîtîk.