Li Stockholmê xwedîderketina li Dayikên Şemiyê

Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo xwedîderketina li Dayikên Şemiyê çalakiyek hate kirin.

Bi mebesta ku destekê bidin Dayikên Şemiyê, ku ev 23 sal in li zarokên xwe yên ku hatine nebedîkirin digerin, li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek hate kirin.

Çalakî bi banga Komeleya Hevgirtinê, Însîyatîva Aştiyê ya Jinê, Navenda Çand û Hunerê ya Elewî li Meydan Raoul Wallenbergê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine nebedîkirin hate nişandan.

Seroka Însîyatîva Aştiyê Latîfe Fegan, nûçegihan-nivîskar Ragipr Zarakolu û parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen axaftinek kirin û êrîşa li ser Dayikên Şemiyê şermezar kirin.

Ozen got zarokên ku hatine nebedîkirin ên Dayikên Şemiyê, kiryarên we nediyar in, dewlet û çeteyên paramîlîter zarokên wan nebedî kirine û  got ew nizane gora birazî û kurxalê wî li kûderê ye.

Ozen got di wê pergalê de ku yek kes lê serdest e cihêtiya hêzan ji holê radibe, paralamento bêkêr dibe û got, ‘’Heke em li kuçe û barîkatan nebin, li parlamentoyê jî nîn in. Tiştekî ku em li wir bikin jî nîn e.’’