Li Srî Lankayê lehî rabû, herî kêm 100 kes mirin

Li rojhilat û rojavayê Srî Lankayê ji ber barana zêde lehî rabû herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.


Roja Înê barana mûsonê li Srî Lankayê xist. Ji ber barana zêde ya li rojhilat û rojavayê welat, hezazên axê çêbû û lehî rabû.


Di felaketê de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê hikumetê ve hatî kirin 90 kes winda bûne. Hikumetê ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî alîkarî xwest.


Yekîneyên alîkariya destpêkê diyar kirin ku bi giştî 2900 kes tehliye kirine.


Li Srî Lankayê di demên mûsonê de, lehî û hezazên axê gelekî zêde pêk tên. Ev jî têkildarî vî tiştî tê dîtin ku, ji bo îxracata zêde ya çay û kaûçûkê daristanan diqelihînin.