Li Srî Lankayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 126 kes

Li Srî Lankayê lehiya herî giran a 10 salên dawî rabû. Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 126 kes mirin, 500 hezar kesî jî cih û warên xwe terikandin.

Piştî ku baranê kêm kir û ava lehiyê nizm bû, rayedaran alîkarî gihandin hin herêman.

Rayedaran diyar kirin, gelek gund hê jî di nava avê de ne. Tîmên tenduristiyê hewl didin hîn bêhtir personelên xwe bişînin van herêman û pêşî li nexweşiyên mîna kolera bigirin.

Li başûr û rojavayê Girava Srî Lankayê, ji ber barana zêde ya roja Înê, lehî rabû û erd şemitî.

Li gorî bîlançoya nû herî kêm 126 kesan jiyana xwe ji dest dan. 93 kes jî hîn winda ne. Ji ber karesatê 500 hezar kesî malên xwe terikandin.

Rayedaran gotin, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, ji ber şemitîna axê jiyana xwe ji dest dane.

Hikumeta Srî Lankayê banga alîkariyê li qada navneteweyî kir. Hîndîstanê ji bo alîkariyê keştiyeke leşkerî û tîmeke tenduristiyê şand.

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku wê konteynirên avê û tabletên ku avê paqij dike, bişîne. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand, ew ê alîkariya tenduristiyê bişîne ji herêmên ku lehî lê rabûye. Pakîstan jî ji bo alîkariyê bi hikumeta Kolombo re hevdîtinan dike.