Li Srî Lankayê hilbijartinên serokkomariyê destpê kirin

Gelê Srî Lankayê roja Şemiyê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê dest bi denganê kir.

Tevî ku Srî Lanka hewl dide xwe ji krîza aborî ya di sala 2022’yan de rû dayî, rizgar bike jî gelek welatî dixwazin vê serdema dijwar li dû xwe bihêlin û dawiyê li polîtîkayên hikûmetê bînin. Bi saeta herêmî di 07.00’an de li paytext Kolomboyê û derdora wê gel ji bo dengdanê diçin ser sindoqan û rêzên dirêj çêbûne.

Ranil Wickremesinghe yê 75 salî ji sala 2022'yan ve serokkomar e, bi soza sererastkirina aboriya welat ji nû ve namzed e. Wickremesinghe piştî dengdanê axivî û got: ‘’Hêviya min ew e ku ez Srî Lankayê pêş bixim.’’ Wickremesinghe anî ziman ku wî ‘’Srî Lanka ji îflasê rizgar kiriye û ji bo welat gelek serkeftin bi dest xistine.’’

Wickremesinghe di Tîrmeha 2022’yan de piştî protesyan bûbû serokkomar. Srî Lanka di wê serdemê de ji ber deynê derve yê bi nirxê 46 milyon dolarî û bidawîbûna çavkaniyên dowizê  bi krîzeke mezin re rû bi rû mabû.

Tê payin ku encamên hilbijartinan roja Yekşemê werin eşkerekirin. Ger tu namzed ji bendava ji sedî 50’yî derbas nebin, wê tercîhên duyem û sêyem bikevin dewrê û wê namzedê serketî were diyarkirin.