Li Srî Lankayê ‘dîndarî’ tê tevdan, Rewşa Awarte hate ragihandin

Li Srî Lankayê ji ber bûyerên li ser misilmanên kêmar û tundiya di navbeyna civakan de li tevahiya welêt ji bo 10 rojan Rewşa Awarte hate ragihandin.

Wezîrê Plansaziya Bajêr Raûf Hakeem got, ‘’Desteya Wezîran ji bo  10 rojan Rewşa Awarte jî di nav de tevdîrên hişktir girt’’.

Li welêt ev 7 salên dawî ne tevdîrên wiha têne standin. Biryara Rewşa Awarte piştî ku li kavilên herêmeke terorîst Kandyê cenazeyekî misilman hate dîtin, hate standin.

Hikûmetê hêza polîsan a bi çekên giran şande herêmê. Herêma Kandyê bi çandina çayê û sîteyên Budîst tê nasîn. Ji heftiya bihurî ve li herêmê bûyerên tundiyê hene. Bûyer piştî ku kesekî endamê civaka Seylan hate kuştin dest pê kir. Ev kes heftiya bihurî rastî li tundiya komekê hatibû.

Koma etnik a Seylan bi piranî Budîst in û ji 4 paran 3 nifûsa bi 21 milyonan pêk tînin. Misilman 10 ji 100’î yên nifûsê pêk tînin û Tamîl jî 18 ji 100’î. Li Srî Lankayê vê dema dwî hişmendiya tundrew a rahiben Budîst tev didin zêde dibe.

Li Srî Lankayê heta ku serhildana Tamîlan hate serkutkirin, sala 2009’an, 30 salî bi Rewşa Awarte hatibû rêvebirin.