Li Somaliyê li sûkê teqînek çêbû: 7 kes mirin

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, wesayiteke bombebarkirî li nava sûkê teqiya. Herî kêm 7 kes mirin.

Li gorî polîsên Somalî, hêzên ewlekariyê li sûka Kawo Godey a li başûrê paytextê, wesayiteke gumanbar tespît kirin û ji ajokar xwestin ku ji wesayitê dakeve. Lê belê wesayit piştî çend deqeyan teqiya.

Polîsan diyar kirin, ajokarê gumanbar hatiye destgîrkirin û dema lêpirsîna wî dihate kirin wesayit teqiya ye. Li gorî agahiyên destpêkê 7 kes ji ber teqînê mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Kesî hîn berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Lê belê rêxistina Şebab a Îslamî ku pêwendiya xwe bi El Qaîdeyê re heye, bi giranî êrîşên bi vî rengî dike.

Sala 2017'an li sûkê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş hatibû kirin û 39 kes miribûn.

Şebabê berpirsyariya êrîşa li cihekî baweriyê ya li Galkoya ya li başûrê welêt li xwe girtibû ku roja Duşemê hatibû kirin. Di êrîşê de herî kêm 15 kes miribûn ku şefê baweriya sûfî ya herêmî jî di nav de bû. 10 kes jî birîndar bûbû.

Artêşa Amerîkayê 20'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li dijî rêxistina Şebabê ya li Somaliyê du êrîşên hewayî kirine û 37 endamên Şebab hatine kuştin.

Rêxistina Şebabê sala 2011'an ji Mogadîşûyê hatibû derxistin. Piştre kelehên xwe yên bingehîn ên welêt ji dest dabû. Lê belê hîn jî qadeke berfireh a bejahî kontrol dike û bi rêbaza gerîla û xwekujî êrîşan dike.