Li Skoçya û Îrlandaya Bakur bayê serxwebûnê..

Kralîyeta Yekbûyî piştî hilbijartina giştî ya 12'ê Kanûnê bêhtir kete rewşeke parçeyî. Li Skoçyayê partiya serxwebûnxwaz serfiraziyek mezin bi dest ve anî. Li Îrlanday Bakur jî yekparêz cara pêşî li bara partiyên netewî xurt bûn.

Li parlamentoya Ingilstanê piştî ku peymana Brexîtê xitimî Serokwezîr Borîs Johnson banga hilbijartina giştî kiribû. Serokwezîrê Muxafazakar ji hilbijartinê bi serfiraziyeke mezin derket lê polîtîkaya Brexîtê li Skoçya û Bakurê Îrlandayê serxwebûnxwaz jî xurt kirin.

Li ser encamên hilbijartinê wiha tê gotin: Li Skoçyayê serxwebûnxwaz û dijberên Brexîtê, li Ingilistanê jî muxafazkar û alîgirên Brexîtê bi ser ketin.

Partiya Serxwebûnxwaz a Skoç Partiya Netewî (SNP) ji 59 kursiyên meclîsa herêmê 48 jê standin. Lîderê partiyê Nîcola Sturgeon hema di pey hilbijartinê re ji bo referandûma serxwebûnê bang kir. Ya pêşî 2014'an hatibû kirin.

Li Îrlandaya Bakur encam ji bo yekparêzên ku dixwestin di nav Kralîyeta Yekbûyî de bimînin ne baş bûn. Cara pêşî ye ku yekparêz li bara partiyên netewî parlamenterên xwe kêm kirin. Netewxwaz dixwazin Îrlandî bibinyek. Yekparêzan 8 kursî standin, netewparêz 9 kursî.

Lîderê demokratên lîbera Jo Swînson ku li Skoçyayê li herêma xwe ya hilbijartinê bi ser neketî got, ''Li herdu aliyê sînor pêla milliyetgiriyê rabûye'' û têkçûna xwe qebûl kir.

Partiya Karker jî li Skoçyayê tenê wekîlek stand. Demekê Skoçya keleha Partiya Karker bû.