Li Siûdî gefa darvekirinê ya li ser parêzvanên mafên mirovan

Hevalbendên nêz ên hikûmetên rojavayî Siûdî ji bo 5 parazvanên mafê mirovan cezayê darvekirinê xwest. Hin jêder dibêjin, hatin darvekirin.

Dozgeriya Siûdî ji bo pênc parazvanên mafê mirovan cezayê darvekirinê xwest. Sûcdariya li ser aktîvîstan ew e, li herêmeke stratejîk a rojhilatê Siûdî ku ji hêla hîdrokarbûrê zengîn e, di nav Şiîyên kêmar de bertekan teşwîq dikin.

Di nav mehkûman de Îsra El Ghomgham a naskirî jî heye. Ghomgham dibe ku bibe yekem jina ku ji ber xebatên mafê mirovan hatî darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî li dijî mehkûmkirinê helwesteke tund nîşan da û got, ‘’Li ser Îsra Ghomgham û 4 kesên din cezayê herî giran heye’’.

Midûrê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê Samah Hadîd bang li Siûdî kir ku zû cezayê darvekirinê rawestîne.

Nûnerê Rêxistina Efûyê got darvekirina Ghomgham wê ‘peyameke hêwilnak’ bide hemû aktîvîstên ku çalakiyên aştiyane dikin û dibe ku hemû kesên ku ji bo mafê mirovan têdikoşin bike hedef.

Hin jêderên ne fermî yên Siûdî gotin Ghomgham Yekşemê bi şûr hate înfazkirin. Hate gotin gotinên dawî yên Ghomgam wiha bûne: ‘’Li gel ku ti sûcê min tine, min dikujin. Ez ê ji Xwedê dadê bixwazim’’. Înfaz hê ji hêla fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Îsra El Ghomgham 2011’an bi ragihandina çalakiyên dijî hikûmetê yên li bajarê rojhilat navdar bûbû. Li dijî polîtîkayên zextê yên Qralîteya Siûdî ku ji hêla xanedaniya Sinnî ve tê rêvebeirin çalakiyên protestoyê yên Şîan li baharên rojhilat zêde dibin. Ghomgham 2015’an Kanûnê li gel hevserê xwe hatibû destgîrkirin û girtin.