Li Sîstan û Belûcîstanê 30 hezar şagirtan dibistan terikandin

Li gorî bîlançoyên dewletê hejmara şagirtên ku dibistan terikandine li seranserî Îranê 141 hezar kes in ku ji wan 30 hezar kes li Sîstan û Belûcîstanê ne.

Serokê giştî yê perwerdeya eyaleta Belûcîstanê eşkere kir ku zêdetirê 30 hezar şagirt dibistan terikandine.

Reveberê giştî yê perwerdeya Belûcîstanê Hemîd Riza Rexşanî got: "Li gorî bîlançoya hatî ber destê me heta niha 32 hezar şagirtan dibistan terikandine."

Li Îranê hejmara giştî ya şagirtên ku dibistan terikandine nêzî 141 hezar kesî ye ku di nava wan de zêdetirê 30 hezar kesî li Belûcîstanêw ne. Ev rewşa bi tena xwe eşkere dike ka asta xîzantî û feqîrtiyê ya li vê Eyaletê di çi astekî bilind de ye.

Di Tîrmeha îsal de cîgirê perwerdeya seretayî ya girêdayî wezareta perwerdeyê eşkere kiribû ku li Îranê 141 hezar şagirtên dibistan terikandine ku li gorî rêjeya herî zêde ber bi kêm ve li seranserî Îranê li eyaletên Sîstan û Belûçêstan, Hormozgan, Kêrman û Ûrmiye de hejmara wan şagirtane zêdetirin.

Eyaleta Sîstan û Belûçêstanê bi dirêjahiya 40 salan a temenê desthilatdariya rejîma Komarê Îslamî, her tim rûbirûyê siyaseta berfirehkirina xîzantî û feqîrtiyê ya rejîmê bûye. Asta herî zêde ya feqîrtiyê li vê eyaletê heye.

Hê jî beşek ji gelên vê eyaletê hene ku nasnameya wan nîne.

Yek ji wan sedemên bingehîn ê terikandina dibistanê ji xîzantiya berfireh û bêkariya dayik û bavane ku ji ber vê nikarin pêdiviyên xwendinê ji zarokên xwe re dabîn bikin. Ji ber vê jî gelek zarok di temenê wan yê biçûk de neçarê karkirinê dimînin.

Sedemekî din ê derketina vê rewşê, nebûna dibistan û standardên pêwîste, her wiha nebûna rêyên guncav di navbera gundan û herêmên dûr.

Li vê eyaletê de piraniya refên dibistanan ji ber nebûna xizmetê nehatine çêkirin mîna holikan in ku ev jî ji hêla gelên herêmê têne amade kirin. Şagirtên dibistanî bi temamî ji derfetên wekî av, elektrîk û dezgehên sarker û germker bêpar hatine hiştin.