Êrîşên DYE’yê yên li ser Yemenê: Herî kêm 8 kes mirin
Hate ragihandin ku di êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser paytexta Yemenê Sana’yê de, herî kêm 8 kes mirin e.
Hate ragihandin ku di êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser paytexta Yemenê Sana’yê de, herî kêm 8 kes mirin e.
Kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan, ragihand ku di êrîşa hewayî ya roja Yekşemê ya Emerîkayê de 8 kes di nav de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Hûsiyan, her wiha ragihand ku êrîşên din jî li baregehên Saada yên bakur û vilayeta Amranê ya li bakurê Sana’yê hatiye kirin. Di daxuyaniya berê ya roja Yekşemê de hat ragihandin ku di êrîşên bi şev de 2 kes mirine.
Li gorî agahiyên ku AFP’ê li gorî daxuyaniyên Hûsiyan parve kir, hejmara kuştiyên êrîşên DYE’yê yên li Yemenê gihişt 228’an. Artêşa Emerîkayê, ragihand ku wan ji 15’ê Adarê vir ve li Yemenê zêdetirî 800 hedefan xistine.
Hûsiyan îdia dikin ku piştî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de ku bu sedema şerê bi Îsraîlê re, ew bi Filistîniyên li Xezayê re di nava hevkariyê de ne. Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî ji Çileya 2024’an û vir ve armanc dike êrîşên fuzeyî yên li ser Îsraîlê û keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor rawestîne. Piştî Serokê DYE’yê Donald Trûmp hat ser wezîfeyê êrîş dijwartir bûne.