Konferansa Şêwira Rojhilatê Kurdistanê li Hollandayê pêk hat
Nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û civakî di konferansekê de li hev civiyan û li ser rewşa herêmê bi hev şêwirîn.
Nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û çalakvanên siyasî û civakî di konferansekê de li hev civiyan û li ser rewşa herêmê bi hev şêwirîn.
Konferansa şêwrê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê di 26 û 27'ê Nîsanê de li bajarê Tilburg ê Hollandayê pêk hat.
Kombûn di heman dema konferansa 'Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê' hate lidarxistin û nûnerên gelek partiyên Rojhilatê Kurdistanê, çalakvanên siyasî û civakî tevlî bûn.
Di roja destpêkê ya konferansê de 2 panel hatin lidarxistin. Di panela destpêkê de Suheyla Qadirî, Mutesem Tatayî, Leyla Marûtî, Ferşad Dûstîpûr û Diyako Muradî axivîn.
Di panela duyem de jî Besê Şamarî, Şîva Amêlîrad, Azad Hecî Aqayî, Sumeye Rostempûr û Navxas Nezarî axivîn.
Di roja duyem de, panelek bi beşdariya Dîmen Sohrabî, Profesor Ebas Welî, Doktor Kameran Metîn, Rojîn Mukriyan, Ezîz Mamlê û Hawjîn Beqalî pêk hat.
Piştre amadekarên konferansê nêrîn û pêşniyarên beşdaran di encamnameyekê de kom kirin û pêşkêşî beşdaran kirin.
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs herî dawî axivî û diyar kir ku ew hêvî dike, biryarên di konferansê de hatine wergirtin bibe zemînek ji bo pêkhatiya yekîtiya li Rojhilatê Kurdistanê.