Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 5 leşker mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê de 5 leşker hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Sanayê ya ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe dispart çavkaniyeke leşkerî, diyar kir ku Îsraîlê êrîşeke hewayî bir ser çepereke leşkerî ya li nêzî Kfar Yabûs a li ser sînorê Sûriye-Lubnanê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 5 leşkerên Şamê hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Artêşa Îsraîlê roja Pêncşemê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Binesaziya Hîzbûllahê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê hate bombekirin ku ji bo çekan ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê bike dihate bikaranîn."

Li gorî SOHR'ê ji destpêkirina bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê û vir ve ev êrîş bû êrîşa destpêkê ya li ser xaka Sûriyeyê.

Li gorî medya Lubnanê, ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de zêdeyî 1.500 kes hatin kuştin.