Li ser sînorê Meksîkayê rewşa awarte: Trump 1500 leşkerên din şandin

Qesra Spî da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî koça derqanûnî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), li ser sînorê 1500 leşkerên din bi cih kirine.

Donald Trump di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, ev kiribû mijareke sereke û gava ku roja Duşemê dest bi kar kir, pêvajo da destpêkirin.

Serokê DYE’yê di roja wezîfeya xwe ya ewil de li ser sînorê Meksîkayê rewşa awarte îlan kir. Roja çarşemê bi şandina 1500 leşkerên din, dê hejmar nêzî 4000’î bibe. 

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: “Serok Trump da ku 1500 leşkerên din bişîne ser sînorê Meksîkayê, biryarnameyek îmze kir.”

Rayedarekî astbilind ê leşkerî jî got “Ev yekîneyên zêde, da ku li ser sînor bariyeran ava bikin û ji bo wezîfeyên din dê li wir bin. Operadyonên ewil dê heta 48 saetan dest pê bikin.”

Rayedarî her wiha got ku bi taybet ji hewayî dê amûrên din ên raçavkirin û îstîxbarî jî werin bikaranîn.

Li gor Wezîrê Parastinê Robert Salesses, wê artêşa DYE’yê, ji bo dersînorkirina koçberan bixebite. 
 
Wezîr di daxuyaniya xwe de wiha got, “Wezaret da ku ji bo piştgiriya şandina 5000 biyaniyên derhiqûqî yên li San Diego, California û El Pasoyê yên li herêma Texasê ya bi pêşengiya Wezareta Ewlehiya Navxweyî (DHS), wê şert û mercên sehaya leşkerî ya hewayî pêk bîne.”

Donald Trump, roja Duşemê biryarnameyeke ku mafê axê tewanbar dike jî ku berî niha ji aliyê makezagonê ve dihat parastin îmze kiribû.