Li ser sînorê Efganîstan-Îranê 100-200 tangêr şewitîn

Li deriyê sînor ê Efganîstane ku li Îranê vedibe 100-200 tangêr şewitîn, bi qasî 20 kesan jî birîndar bûne.

Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylan Ferhat got, ''Em hîn bûn ku derdora 100-200 qeymonî îmha bûne. Ji bo ku em diyar bikn bê ka zirar çi qas e hinek wext divê.''

Berdevk her wiha got ji ber şewatê bi qasî 20 kesan jî rakirine nexweşxanê.

Şewat roja şemiyê li deriyê sînor ê Îslam Kala çêbû. Wezareta Darayî ragihand şewat li qemyonekê derketiye û zû xwe gihandiye hemû qeymonan.

Wezaretê got ji ber şewatê xisareke mezin a darayî çêbûye.

Ji Qabûlê şandeyek ji bo pirsa rûdanê bike çû herêmê.