Li Rûsyayê polîsan girtin ser malên kesên mûxalif

Li Rûsyayê polîsan girtin ser mala Aleksey Navalnî û kesên bi wî re yên ku li hemberî desthilatdariya Pûtîn mûxalefetê dikin.

Yek ji tifaqa Navalnî, Leonîd Volkov li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku polîsan girtine ser 29 bajar û 80 cihan.

Hate diyarkirin ku polîsan li bajarên wekî Nîjnî Novgorod, Vladîvostok, Kazan, Ekaterîngûrg, Nobosîbîrsk û St. Petersbûrgê girtine ser cihan.

Tê diyarkirin ku sedema van serdegirtinan di çarçoveya ‘fihîlkirina pereyan e’ Aleksey Navalnî jî di warê têkoşîna li hemberî nelirêtîyê derketibû pêş. Di serê meha Tebaxê de gelek namzetên mûxalif ji hilbijartina herêmî ya Moskovayê hatibûn vederkirin û li hemberî wan xwepêşandan hatibû kirin.

Di hilbijartina roja Yekşemê de namzetên nêzî desthilatdariyê dengê wan kêm bûbû û li gorî hilbijartina borî ji sê paran parek kursîyên meclîsa bajêr a Moskovayê ji destê wan derket.

Berdevkê Navalnî, Kîra Larmîş diyar kir ku ev serdegirtin ji bo ‘çavtirsandinê’ ye.