Li Rûsyayê êrîşî dibistanekê hate kirin, 15 kes mirin 24 kes birîndar bûn -HATE NÛKIRIN

Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê êrîşî dibistanekê hate kirin. Di êrîşê de herî kêm 15 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê bi çekan êrîşî dibistanekê hate kirin. Li gorî agahiyan di êrîşê de 15 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin 11 jê zarok û 15 kesên navsere di êrîşê de mirine.

Waliyê herêma Udmurtayê, Alexender Breçalov diyar kir ‘Gelek zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne’.

Wezareta Karê Navxweyî ya Rûsyayê diyar kir êrîş li dijî dibistana nimreya 88’an hate kirin û piştî êrîşê, êrîşkar xwe jî kuştiye.