Li Rûsyayê di xwepêşandanên alîgirên Navalnî de 1800 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Rûs ragihandin ku di çalakiyên şermezarkirinê de yên li gelemperiya welêt ji bo muxalîf Aleksey Navalnî hatin lidarxistin, nêzî 1800 kes hatine destgîrkirin.

Navalnî sê hefte ne di greva birçîbûnê de ne û fikar ji tenduristiya wî tê kirin. Li ser banga Navalnî roja Çarşemê li gelemperiya welêt bi hezaran kes daketin qadan.

Li gorî rêxistina civakî ya bi navê OVD-Info ku çalakiyan dişopîne, di dema çalakiyan de polîsên Rûs herî kêm 1784 kes destgîr kirin.

Li 94 bajaran gelek kes hatin destgîrkirin. Li bajarê St. Petersbûrgê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Rûsyayê ye 805 kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin ku li bajarê navborî polîs bi tundî bi ser xwepêşandêran ve çûne.

Navalnî yê ku bi jehrê ketibû û li Elmanyayê hate dermankirin, piştî ku vegeriya Rûsyayê hate girtin. Li ser vê yekê çalakî hatin lidarxistin û zêdeyî 11 hezar kes hatin destgîrkirin.