Li Rûsyayê di 10 rojan de 10 hezar kes hatin destgîrkirin
Li Rûsyayê alîgirên Navalnî di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes hatine destgîrkirin.
Li Rûsyayê alîgirên Navalnî di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin heta niha ji 10 hezarî zêdetir kes hatine destgîrkirin.
Saziya civaka sivîl a bi navê OVD-Înfo ya ku çalakiyên protestoyê dişopîne, mialemeya xerab a li ser kesên hatine destgîrkirin şermezar kir.
Yek ji berpirsê OVD-Înfo’yê Grîgorî Dûrnovo ji radyoya Ekho Moskvy re axivî û diyar kir ku gelek çalakger di şertên xerab de ne, nan û avê nadin wan û bi saetan destûr nayê dayîn ku biçin tiwaletê.
Dûrnovo got ku, “Gelekî zehmet e ku parêzer û hiqûqnas biçin qereqolan. Destûr nayê dayîn.”
Piştî ku Aleksey Navalnî yê mûxalif hate girtin, şeş roj şûnde di 23’ê Çileyê de çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin û heta niha ji deh hezaran zêdetir kes hatine destgîrkirin.
Hate diyarkirin ku di 23’ê Çileyê de 4 hezar, di 31’ê Çileyê de 5700 û 1400 kes jî roja Sêşemê hatine destgîrkirin.
Li ser medyaya dîjîtal nûçe hatin weşandin û hate diyarkirin ku hinek kesên hatine destgîrkirin, bi qasî 40 saetan tiştekî xwarinê nedane wan. Di dîmenekî de jî ya ku li ser înstagramê hatibû parvekirin û televîzyona Dojdê weşandibû, çalakger dibêje ku ‘Em neh saet din otobusekê de ne û divê em li ser pêyan bin.”