Li Rûsyayê balafira rêwiyan kete xwarê

Balafireke rêwiyan a ku ji 71 kes tê debûn û ji paytexta Rûsya Moskowayê rabû kete xwarê.

Hat ragihandin, balafira rêwiyan Rêyên Hewayî ya Saratovê ku ji Balafirgeha Domodedova ya paytexta Rûsya Moskowayê rabû, ji radarê winda bû.

Li gorî daxuyaniya Îdareya Sereke ya Rewşa Lezgîn a Moskowayê, balafir dibe ku li bajarê Ramenskiy ketibe xwarê û tîmên rizgarkirinê li wê herêmê dest bi lêgerînê kirine.

Hat gotin, di balafirê de 65 rêwî û 6 personel hebûn.